Şahsiwar Ebdulwahîd: Divê dîplomat ji aliyê asayişê ve bêne parastin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Nifşê Nû Şahsiwar Ebdulwahîd derbarê bûyera teqekirina li Hewlêrê de daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

 

Serokê Nifşê Nû Şahsiwar Ebdulwahîd li ser hesabê xwe yê medyaya civakî erbarê bûyera teqekirina li Hewlêrê de daxuyanî da.

 

Şahsiwar Ebdulwahîd dibêje divê her bi çi awayî be ewlehiya canê dîplomatan bê parastin.

 

Ebdulwahîd got: “Ez êrîşa li dijî karmendên Konsulxaneya Tirkiyê şermezar dikim. Parastina ewlehiya canê dîplomatkaran ji beşeke girîng a erkê Asayişa Kurdistanê ye. Lewma divê her bi çi awayî be ewlehiya canê dîplomatan bê parastin.”

 

Îro Çarşemê (17.07.2019) li Hewlêrê bûyera teqekirinê li xwarineka HuQQabaz a li nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê çê bû.

 

Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyeke de ragihand ku 2 kesan canê xwe ji dest da û yek ji wan karmendê Konsulxaneya Tirkiyê bûye û yek jî welatiyekî sivîl ê Herêma Kurdistanê ye, herwiha kesekî din jî birîndar bû.