Asayişa Hewlêrê: Rê nehatine girtin lê pişkinîn hatiye tundkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Hewlêrê ragihand, piştî bûyera teqekirina li Hewlêrê rê nehatine girtin, lê belê pişkinîna li rêbend û bazgehên ser rêyan hatiye tundkirin.

 

Piştî bûyera teqekirinê ya îro li Hewlêrê, ku têde karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî sivîl hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bûye, dengoya wê yekê hat belavkirin, ku rêyên Hewlêrê yên ber bi parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û yên ber bi Mûsilê ve hatine girtin.

 

Li ser belavbûna wan gotegotan, Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û red kir, ku rêyên Hewlêrê yên ber bi bajarên din ve hatibin girtin.

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî ragihand: “Rê nehatine girtin, lê belê rêkar û pişkinînên li bazgehan hatiye zêdekirin û hêj nediyar e ku dê heya kengî ew yek berdewam be.”

 

Îro Çarşemî piştî nîvro li xwaringeha HuQQubaz a li nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bûyereke teqekirinê çê bû. Asayişa Hewlêrê ragihandiye, di encama bûyerê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî sivîl hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.

 

Hêzên polîs, asayiş û antî-terorê li cihê bûyerê ne û rêyên ber bi konsulxaneya Tirkiyê û vê xwaringehê girtine.

 

Asayişa Hewlêrê dibêje, derbarê bûyerê de lêkolînên hûr destpê kiriye û berdewam e.