Birîndarê êrîşa Hewlêrê Beşdar Remezan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw)  - Beşdar Remezan birîndarê êrişa îro ya li Hewlêrê canê xwe ji dest da. Beşdar Remezan xelkê Diyanayê bû û ji bo serdan hatibû Hewlêr.

 

Qurbaniyên êrişa îro ya li Hewlêrê bû sê kes. Di bûyera teqekirinê ya karmendekî konsulxaneya Tirkiyê û hevwelatiyê sivî Nerîman Osman canê xwe ji dest dabû û Beşdar Remzan jî bi giranî birîdar bû.

 

Beşdar Remzan tevî midexaleyên bijîşkî ji mirinê xilas nebû.

 

Beşdar Remzan 26 salî bû û xelkê navçeya Diyanayê ye, sekretêrê bijîşkekî bû, ne zewicî bû û ji bo serdaneke hatibû Hewlêr.

 

Her di bûyera îro ya Hewlêrê de kesekî bi navê Nerîman Osman ê bavê sê zarokan ew jî bi boneya serdanakê ji Cundiyan hatibû Hewlêr canê xwe ji dest da.