Ji ber nexweşiyekê 20 hezar mirîşk li Kirmaşanê hatin jinavbirin

17-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kirmaşan Mirîşk Nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Rêveberiya Veterneriya Kirmaşanê ragihand, li sînorê qezayeke wê parêzgehê nexweşiyek di nav mirîşkan de peyda bûye ku di encama wê nexweşiyê de bi hezaran mirîşk ji nav çûn.

 

Elîriza Heyderî ragihand, navê wê nexweşiyê, nexweşiya New Casil e û li kêlgeheke xwedîkirina mirîşkan li sînorê qezaya Sunqur û Kulyayî ya parêzgeha Kirmaşanê hatiye dîtin.

 

Heyderî diyar kir, di encama nexweşiyê de bi hezaran mirîşkên wê kêlgehê ji nav çûn û got, bi armanca rêgirtin ji belavbûna nexweşiyê, ji aliyê tîmên tendirustiyê û tîmên ser bi Rêveberiya Veterneriya Kirmaşanê ve 20 hezar mirîşkên kêlgeha li navçeya Sunqur û Kulyayî hatin jinavbirin.

 

Elîriza Heyderî tekez kir, ew mirîşk bi rêya gaze hatin fetisandin û piştre di çaleke kûr de hatin binavkirin û herî dawî jî ehik li ser hate reşandin.

 

Bi gotina Heyderî,proseya jinavbirina mirîşkên ku bi vê nexweşiyê dikevin, pêwîst e bi vî awayî be, jibo ku ew nexweşî li cihên din belav nebe.

 

Derbarê sedema derketina nexweşiyê de jî, wî rayedarî ragihandiye, bi sedema sizazyê ser Îranê, niha li seranserê wî welatî pirsgirêka kêmiya derman û derziyên taybet bi mirîşk, balinde û ajelan heye û ji ber ku mirîşkên wê kêlgehê nehatibûn vaksînekirin, nexweşî di nava wan de belav bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst