Rûdaw çû mala yek ji şehîdên çiyayê Qereçoxê

Hewlêr (Rûdaw) – Roja duşemê di operasyoneke hêzên Pêşmerge ya bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî çekdarên DAIŞê de li çiyayê Qereçox ê nêzîkî Mexmûrê, pênc Pêşmerge şehîd bûn.

 

Rûdawê serdana mala Neqîb Ezîz Seîd kir ku duh şehîd bûbû, birayê Neqîb Ezîz bi moraleke bilind ji Rûdawê re axivî û behsa wêrekî û xebata birayê xwe kir.

 

Şehîd Ezîz Seîd nêzîkî 25 sal Pêşmerge bû, birayê wî yê bi navê Dilşad dibêje: “Ji temenê xwe yê 16 -17 salî ve pêşmerge bû, gelek wêrek bû û bi rastî jî pêşmerge bû. Min gelek caran jê dipirsî 'Gelo tu ji pêşmergetiyê newestiyayî?' ji min re digot 'Ma zilam ji kurdîtî û pêşmergetî diweste?”

 

Şer û pevçûn 5 saet ajot û têde 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Fermandarê Fermandariya Hewlêrê Lîwa Se'dî Elî behsa dema şehîdbûna Neqîb Ezîz û hevalekî wî yê din dike û dibêje: “Ji aliyê çep ve teqe li Şehîd Ezîz kirin, hevalekî wî çû ji bo rakişandina Şehîd Ezîz, ew jî şehîd bû.”

 

Hevjîna Şehîd Ezîz, Dilxoş Ehmed bi çavên tijî hêsir dibêje: “Her kes ji Şehîd Ezîz hez dikir, heta cîranên wî jî, her kesên ku agahiya mirina wî bihîstiye, xemgîn bûye.”