Encamnameya kongreya Encûmena Sûriyeya Demokratîk hat ragihandin

Tebqa (Rûdaw) – Li bajarê Tebqa yê ser bi parêzgeha Reqayê kongreya sêyem a Encûmena Sûriyeya Demokratîk hate lidarxistin û bi encamnameyekê bi dawî bû.

 

Duh Duşemê 16ê Tîrmeha 2018an, bi beşdarbûna 270 kesî, ji hemû aliyên Sûriyê, li bajarê Tebqa yê ser bi parêzgeha Reqayê, kongireya sêyem a Encûmena Sûriyeya Demokratîk bi dirûşma “Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriya Demokratîk a ne navendî ve" hate saz kirin.


Emîna Umer û Riyad Derar wekî hevserokên meclîsê û Îlham Ehmed jî wekî Seroka Desteya Rêveber a meclîsê  hatin hilbijartin.


Di encamnameya kongreya sêyemîn a Encûmena Sûriyeya Demokratîk de wiha hat gotin: “Divê  lêvegereke dûrî berjewendiyên partiyekî hebe. Li ser vê yekê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk lêveger û sîwana siyasî ya rêveberên xweser û meclîsên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.”


Hat destnîşan kirin ku mekanîzmeya Meclîsên hate guhertin û  tekezî li ser doza niştimanî bingeha çareserkirina dozên civakî ye  hate kirin.


Di beşeke din a encamnameya kongreya de wiha hat gotim: Beşdaran destnîşan kirin ku damezirandina projeya Sûriya demokratîk hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkmen û hwd pêk tîne. Kongre gelek biryar girtin û hin xalên rêziknameyê guhertin. Dîsa jî tekezî li ser domandina xeta stratîjîk li gorî mekanîzmeya sazbûnê, nirxên biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan û yekîtiya çarenûsa gel dike.


Beşdaran herwiha, diyar kirin ku ew ê bi hemû rêbazan dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê têk bibin û hemû biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya li Şehbayê hate saz kirin, pêk bînin û bi hemû saziyên niştimanî, herêmî, cîhanê ji bo vegera gelê Efrînê bixebitin.”