Serkirdeyekî PDKê: Em dixwazin kesekî devnerm bibe serokê Goran

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Beşaretî got, ku ew dixwazin kesekî devnerm bibe serokê giştî y3e Tevgera Goran û herwiha ev partî pêwendiyên xwe yên li gel PDKê, li ber çav re derbas bike.

 

Biryare roja 25ê Tîrmehê, Tevgera Goran di yekemîn salvegera beşdarbûna xwe ya pêvajoya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ya Tevgera Goran de bicive û kesekî ji bo serokatiya giştî ya partiya xwe hilbijêre.

 

Ji bo vê kursiyê namzetên herî bi hêz jî Qadirê Hacî Elî û Omerê Seyîd Elî ne.  

 

Tenê ne endam û alîgirên Tevgera Goran, çavê tevahî partî û aliyên siyasî jî li ser roja 25ê Tîrmehê ye ka dê kî bibe serokê nû yê Tevgera Goran.

 

Endamê Serkirdetiya PDKê Fazil Beşaretî di vî derbarî de ji Rûdawê re got: “Em weke tevgereke siyasî li Tevgera Goran dinerin, ne weke şexs. Em hêvîdar in, ku kesekî devnerm di vê pêvajoyê de bibe serokê giştî yê vê partiyê. Herwiha em dixwazin ev partî siyaset û pêwendiyên xwe yên li gel PDKê jî li ber çav re derbas bike.”

 

Beşaretî diyar kir, ku ji bo serkeftina pêvajoya referandûmê pêwîste pêwendiyên herdu aliyan baş be û diyar kir: “Tevgera Goran di Parlamentoya Kurdistanê de xwediyê 24 kursiyan e. Divê di pêvajoya siyasî de rola xwe bi arasteyekê baş bilîzin.”