Ji bo xirabnekirina taxên Sûrê îmze tên berhevkirin

17-07-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sûr Amed Kampanyaya îmzayan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Endamên Platforma “Ji Hilweşandina Sûrê re Na”, ji bo ku taxên Alî Paşa û Lalebeyê yên li navçeya dîrokî ya Sûr a Amedê neyên xirabkirin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Endamên platformê dê heta mehekî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê îmzeyan berhev bikin û van îmzeyan pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bikin. Piraniya xelkê Sûrê jî piştgirî dide hemû hewldanên rawestandina biryara hilweşandina Sûrê. 

 

Li navçeya Sûrê ya Amedê li 6 taxan hêj jî qedexeya derketina derve û xirabkirina xaniyan berdewam dike. Taxên Alî Paşa û Lalebeyê jî ketin ber biryara xirabkirinê. 

 

Endamên Platforma “Ji Hilweşandina Sûrê re Na”, li hev civiyan û biryar dan ku ji bo rawestandina biryara hilweşandina herdu taxên Sûrê kampanyaya berhevkirina îmzeyan bidin destpêkirin.

 

Berdevka Platforma “Ji Hilweşandina Sûrê Re Na”, Buşra Cîzrelîoglu derbarê vê kampanyaya îmzayan de ji Rûdawê re axivî û got: “Ji bo ku taxên Alîpaşa û Lalebeyê neyên xirabkirin, me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Em dizanin ku Rewşa Awarte heye û dê rê nedin ku em ji bo îmzeyan stand deynin û bi aşkerayî îmzeyan berhev bikin. Lê em dê mal bi mal bigerin û van îmzeyan berhev bikin. Ne tenê li herdu taxên Sûrê, em ê li tevahiya Amedê û li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê vê kampanyayê bidin meşandin.”

 

Îmzeyên ku dê bên berhevkirin dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re bên şandin. Lê Endamê Însiyatîfa Dikandarên Sûrê Adil Aydin di wê baweriyê de ye ku ev kampanya dê negihije armancê. Ji ber vê yekê ji dewletê dixwaze ku xelkê Sûrê mexdûr neke.

 

Berdevkê Însiyatîfa Dikandarên Sûrê, Adil Aydin  “Kampanyaya îmzeyan tiştekî vala ye. Xanî ji xwe hema hema hemû xira bûne. Tiştekî nema ye. Ger van xaniyan bi zemanê berê, bi kevirên berê çêkin em ê piştgirî bidin. Weke din em piştgirî nadin.”

 

Li navçeya dîrokî ya Sûrê piştî şerê nava bajêran biryara xirakirina 8 taxan ji aliyê dewletê ve hate dayîn. Xelk li hemberî biryarê nerazî ye. 

 

Welatî, Yakup Atli jî li ser kampanyayê dibêje: “Em hertim piştgirî didin kampanyaya îmzeyan. Bila xira nekin. Em nahêlin xira bibe.”

 

Mutalîb Aldan jî weke welatiyekî Sûr a Amedê daxwaza nûjenkirina xaniyên xirabbûyî yên li taxên wê navçeyê dike û dibêje: “Bila ji nû ve nûjen bikin. Bila xira nekin. Lewre hemû avahiyên vê derê dîrokî ne.”

 

Omer Ekîn jî yek ji welatiyên din Sûrê ye û dibêje: “Gula Diyarbekirê Mêrg Ehmed e, Îskenderpaşa ye, Lalepaşa ye. Alîpaşa ji xwe xira kirine. Ger ev der bêne xirakirin, Mêrg Ehmed jî dimire û  miletê vê derê jî dimire.”

 

Navçeya Sûrê ya Amedê xwediyê dîrokeke 7 hezar salan e. Ev navçe bi kuçeyên xwe yên teng, kevirên bazaltê û mîmariya xwe balê dikişîne û di nava lîsteya UNESCO'yê de jî cih digre. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst