Artêşa Tirkiyê deverên sînorî yên rojavayê Kurdistanê da ber topan

17-07-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li bajarokê serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê bakûr û rojava, di navbera yekîneyên parastina gel (YPG) û çekdarên Cebhet el Nusra ya girêdayî artêşa azad a Sûriyê de derketibû, artêşa Tirkiyê bi hêceta ku pirûskên agir derbasî aliyê Tirkiyê bûye deverên sînorî yên rojavayê Kurdistanê da ber topan.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kir, ragihand, di şerê duh û îro yên navbera YPG û çekdarên Cebhet el Nusra de “3 kes ji ber fîşekan ku ji aliyê din ê sînor derbasî Tirkiyê bibûn birîndar bûne ku yek ji wan can daye û yên din jî metirsiya mirinê li ser e”.

Di daxuyaniya artêşa Tirkiyê de wiha hat gotin: “Ji ber ku pîvanên serbazî hatine binpêkirin lewma bersiva wê yekê hatiye dayîn.”

Ji aliyekî din, li gorî ANFê, artêşa Tirkiyê deverên sînorî û bajarokê Serêkaniyê daye ber topan.

Her wiha li gorî rojnameya Zaman a Tirkiyê, li dijî êrişa artêşa Tirkiya ya li hember deverên sînorî û Serêkaniyê komek xelkê bajarokê Serêkaniyê li bajarê Rihayê xwepêşandan kirine lê ji aliyê hêzên polîs ve hatine belavkirin.

Li gorî agahiyên ku berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl dabû Rûdawê, şerê navbera YPG û Cebhet el Nusra de duh şev dest pê kiriye û heta niha jî didome. Xelîl dabû zanîn ku şer ji aliyê çekdarên Cebhet el Nusra ve hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyên Xelîl, di şerê han de heta niha 2 şervanên YPGû û 15 çekdarên Cebhet el Nusra can dane û 25 endamên Cebhet el Nusra hatine girtin.

Tê gotin Cebhet el Nusra girêdayî rêxistina El Qaîde ye ku xwe wek beşek ji arêşa azad a Sûriyê dide nasîn û li dijî rejîma Beşar Esed şer dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst