Di şerê navbera PJAK û hêzên Îranê de pasdarek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera Sûpaya Pasdaran a Îranê û PJAKê de şer derket û di encamê de pasdarek hate kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku roja Înê di şerê navbera gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Sûpaya Pasdaran a Îranê de pasdarek hatiye kuştin.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî di derbarê heman mijarê de ragihand ku li Merîwanê di şerê navbera gerîlayên PJAKê û hêzên Îranê de pasdarekî Îranê hatiye kuştin û 2 pasdar jî birîndar bûne.

Hengawê di derbarê şer de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha dibêje:

“Şeva borî li gundên derdora Merîwanê di navbera hêzên Sûpaya Pasdaran a Îranê û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de şerekî çekdarî derket û di encamê de herî kêm endamekî pasdaran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.”