Hewlêrê ji bo cîbicîkirina madeya 140 du pêşniyar li Bexdayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê 2 pêşniyar pêşkêşî Hikûmeta Federal a Iraqê kirin û daxwaza qerebûkirina taybet bi cîbicîkirina madeya 140 di nava da 2 salan de kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Komîsyona Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê Dijwar Fayiq ji Rûdawê re got, “Du pêşniyarên me hene. Yekem, li şûna qerebûkirina Erebên hawirde bi pereyan ku 20 milyon dînar in, zeviyekê li hember vegerê bidine wan bi şertê ku nirxê wê ji 20 milyon dînaran kêmtir nebe. Duyem, divê ji Hikûmeta Iraqê bê xwestin ku pereyên pêwîst terxan bike û di nava du salan de mijara qerebûkirinê temam bike. 18 sal in heta niha xala qerebûkirinê nehatiye temamkirin.”

Madeya 140 a Destûra Iraqê 3 birgeyan li xwe digire ku ew jî qerebûkirin, serjimêrî û referandûm in. Li gorî biryar û rêkaran, qerebûya awareyan 10 milyon dînar e ku Erebên hawirde dê du qatan ji bo vegerê bistînin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Komîsyona Bilind a Madeya 140 a Destûra Iraqê Dijwar Fayiq anî ziman, “Me daxwaz ji Wezaretên Berevaniyê û Çandiniyê yên Iraqê kiriye rê bidin ku cotkar li ser zeviyên xwe kar bikin. Me daxwaz ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqê kir ku dorpêçkirina xwe ji bo du salan rawestîne heta ku pirsgirêk çareser bibe û zevî vegerine xwediyên xwe.” û got, “Wezareta Berevaniyê ya Iraqê 17 sal in bêdeng e, çima niha diaxive?”

Piştî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, Komîsyona Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê careke din hat çalakkirin ku komîsyon bi serokatiya Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî tê birêvebirin.

Li gorî amarên ku gihîştine ber destê Rûdawê, li her sê ofîsên Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê 68 hezar û 148 malbatên aware hatine qerebûkirin ku ji %39.4ê awareyan e û 15 hezar û 746 malbatên Erebên hawirde hatine qerebûkirin ku dike ji %58.5ê wan.

Heta niha 104 hezar û 418 malbatên Kurd nehatine qerebûkirin ku li hember vê 10 hezar û 157 malbatên Erebên hawirde hatine qerebûkirin ku vegerin warên xwe.