Mijara koçberan û binavbûna beleman rojeva xelkê Kobanî ye

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 9 koçberên ji Kobanî, belema wan li nêzîkî Yunanistanê binav bû, 5 ji wan wenda ne, 4 kes rizgar bûn. Bavê koçberekî ku wenda bûye got berî ku kurê wî li Lîbyayê li belemê siwar bibe ji wî re gotiye wan berê xwe dane Îtalyayê.

Îro mijara herî germ di nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, koçberên Kobanî û binavbûna belema wan e. Êdî di her maleke Kobanî de şînek heye. Çi di navbera Tirkiyê û Yunanê de, çi jî di navbera Cezaîr, Lîbya û Îspanya de, hejmara kesên xeniqî û wenda bûne, ji yên ku rizgar bû ne zêdetir e.

Rûdaw navên 9 kesan belav dike, belema wan roja 10ê vê mehê ji Lîbya derketiye û li nêzîkî Yûnanistanê binav bûye, 5 ji wan wenda ne, 4 jî rizgar bûne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji Kobanî wergirtine, Ehmed Bozan Osê, Mihemed Ehmed, Welîd Mihemed Qasim, Mihemed Fewzî Şêxo, Diyar Mihemed Mihemed wenda bûne.

Di wê belemê de 4 ciwanên ji Kobanê rizgar bûne, ew ciwan jî ev in; Elî Fewzî Şêxo û Xalid Mistefa, Rixyan Adil Ehmed yê 22 salî û Azad Farûq Mihemed ku 21 salî ye û niha li Yunanistanê ne û ji Kobanî ne.

Bavê yek ji wan ciwanên ku di wê belemê de bûye û heta niha wenda ye, bi navê Welîd Mihemd Qasim ji Rûdawê re behsa kurê xwe kir.

Mihemed Qasim got, kurê wî ji Kobanî çûye Libnanê, ji wir jî bi balefirê çûye Lîbya û roja berî ku li belemê siwar bibe, pêre axivî ye û jêre gotiye ku ewê sibe bi belemê biçe Îtalya, lê belema wan li nêzîkî Yûnanê bin av bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst