Qurbaniyeke belema binavbûyî li Efrînê hat veşartin

17-06-2023
Hisên Omer
Qurbaniyeke belema binavbûyî li gundê wê Kurzêla Efrînê hat veşartin
Qurbaniyeke belema binavbûyî li gundê wê Kurzêla Efrînê hat veşartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê Şêrîn Elî Kalo ku, roja 30 gulanê di belemeke koçberan de nêzîkî kenarên Yunanistanê xeniqîbûn li gundê wê Kurzêlê li Efrînê hate veşartin.

Ligel karvanekê termê keça Kurd Şêrîn Elî Kalo ji bo gundê wê Kurzêlê li nahiyeya Şêrawa ya Efrînê hat vegerandin. Şêrîn Kalo, roja 30 Gulanê, li gel herdu hevalên xwe Zêneb Faris ji gundê Mamila û Jolyana Necar, ji gundê Kîmarê di belemeke koçberan de nêzî kenarên Yunanistanê xeniqîbûn

Şêrîna 15 salî bi dergistî bû û bi niyaz bû xwe bigihîne destgirtiyê xwe li Îtalyayê li termê wî li gundê wê hat vegerandin û roja Înê bi xakê hat spartin.

Ji gundê Kurzêlê Elî Kalo, bavê Şêrînê ji Rûdawê re got ku keça wê 25 salî bû û ew çûbû Tirkiyê da ku biçe Îtalyayê.

Roja duşemê, 5ê hezîranê belemeke koçberan nêzî kenarên Cezayirê binav bûbû û 17 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî xeniqîbûn ku piraniya wan xelkê Kobaniyê bûn.

Heta niha termê wan nehatine vegerandin.

Herî dawî jî roja Çarşemê 14ê Hezîranê, belemeke koçberan nêzî kenarên Yunanistanê binav bûbû. 120 welatiyên Sûrî di nav belemê de bûn ku piraniya wan bêserûşûn in.

78 term ji aliyê pasevanên kenarên Yunanistanê ve hatine derxistin. Ji Deraayê tenê, 55 kes bêserûşûn in û 35 kes hatine rizgarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst