PKKê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê canê xwe ji dest dane eşkere kir

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Amed Lice
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku li navçeya Licêya Amedê di şerê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên wan de 2 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

HPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku roja 8ê Hezîrana 2023yan li navçeya Licê ya Amedê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayê wan de şer derketiye.

Li gor daxuyaniya HPGê yek ji fermandarên gerîlayan Samî Ozdemir ê bi nasnavê “Xemgîn Serhed” ku xelkê Mûşê yê  û Umit Korkmaz ê bi nasnavê “Bahoz Farqîn” ê xelkê Amedê canê xwe ji dest dane.

HPGê diyar kir ku Samî Ozdemîr di sala 2000an de tevlî refên PKKê bûye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlikaya jî di 8ê Hezîranê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku di operasyonê jê de  li bejahiya navçeya Licê ya Amedê 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst