Li Qersê lehî rabû: Mal di bin avê de man

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Lehî Gundê Zîbnî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têkorê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke bihêz lehî rabû û 7 mal di bin avê de man.

Şeva borî li navçeya Têkorê ser bi parêzgeha Qersê baranake bihêz û teyrok  bariya. Piştî baranê çemê gundê Zîbnî yê navçeyê bi ser de çû û lehî rabû. Heft xanî di bin avê de man û lehiyê zerereke zêde ya maddî gihand welatiyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê û hewl dan ava ku ketiye nav xaniyên welatiyan derxin.

Kadîn û beşek ji axûrên welatiyan jî zerer dîtin û hinek ajelên wan jinavçûn. Muxtarê gund Kemal Caylanlar ragihand ku ji ber lehiyê zerereke zêde gihiştiye xelkê gund, lê ti zerereke canî nebûye.

Muxtarê Gundê Zîbnî yê Qersê Kemal Caylanlar got “Baran gelek bariya û lehiyê li gund da. Hinek mal di bin avê de man. Spas bo xwedê ti kesekî canê xwe ji dest nedaye. Pirsgirêka me ew e ku nav çem tije dar bûne. Em dixwazin bê paqijkirin.”

Ev çend roj in baran û teyrok li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibare. Li gor pêşbîniyên Saziya Keşnasî ya Tirkiyê dê di heftiya pêşiya me de jî barîna baranê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û  Tirkiyê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst