Rûsya hêz û çekên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê

17-06-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Rojava Til Temir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya pêgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêztir dike û herî dawî li binkeya xwe ya leşkerî ya li gundewarê bajarokê Til Temir hêzeke zêde bicih kir.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, şeva 16ê Hezîranê Rûsyayê hêzeke zêdetir bi çekên nû û cebilxaneyeke zêde li binkeya xwe ya serbazî li gundewarê bajarokê Til Temir bicih kiriye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kiriye ku roja 7ê Hezîranê jî Rûsyayê radar, sîstema dijî firokeyan, wesayitên zirxî û otombîlên serbazî li binkeya xwe ya serbazî li el-Mebaqir a nêzîkî bajarokê Til Temirê bicih kiribûn.

Li aliyekî din hêzên Rûsyayê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê yên bi Tirkiyê re, gerên leşkerî yên hevbeş zêde kirine û herî dawî roja Pêncşembê 16ê Hezîranê hêzên herdu welatan li navçeya Dirbêsiyê gereke leşkerî ya hevbeş pêk anîn.

Ev gera leşkerî ya Rûsya û Tirkiyê bi beşdariya 16 wesayiyên zirxî yên herdu aliyan hat pêkanîn.

Gera hevbeş ji gundê Şîrikê destpê kir û di gundên Dellîkê, Melek, Ebbas, Aliye û Dehir el-Ereb re derbas bûn heta gihiştin rêbenda Kisra li gundewarê Zirganê, piştre di vegerê de ew hêzên hevbeş di gundên Talik, Tibiş, Berkevirê, Quneytre re derbas bûn û herî dawî li gundê Şêx Mensûr dawî li wê gera hevbeş a leşkerî hat.

Tirkiye di wan demên dawî de gefan dixwe ku bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe yên li başûr û ewlehiya xwe ya netewî, operasyoneke nû ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê dike.

Lê belê heta niha Amerîka û Rûsya li dijî êrîşeke nû ya Tirkiyê ne û dibêjin, êrîşeke nû ya Tirkiyê dê rewşê li bakurê Sûriyê aloztir bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst