Li Çewlîgê çîrokên bi zaraveya Zazakî tên vejandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çewlîgê xwendekarên Lîseya Keçan a Anadoluyê ya Mewlana di merasimekê de ku li bexçeyê dibistanê hat sazkirin li ber def, derbik û daholê qala çîrokên dîrokî yên bi zaraveya Zazakî ya zimanê Kurdî kirin.

Dimilkî yan Zazakî zaraveyeke zimanê Kurdî ye ku li gor rapora UNESCO ya sala 2009 ji wan zaravayan e ku metirsiya windabûnê li ser e.

Li Çewlîgê ji bo ku ev zaraveya zimanê Kurdî winda nebe, xwendekarên Lîseya Keçan a Anadoluyê ya Mewlana ji bo Fuara Zanistê ya TUBÎTAK 4006î projeyeke bi mijara "Çîrokên Zazakî" amade kirin.

Proje ji aliyê xwendekaran lîseyê; Gulcan Taş, Fatma Salbaş, Melîke Yondeş, Zeynep Çaglayan, Ayşe Ozdemir û Huda Demir û bi pêşengiya mamosteya wêjeyê Songul Arikiz hat amadekirin.

Bi piştevaniya Murat Varol ku li Zanîngeha Çewlîgê dixwîne û li ser Zazakî lêkolînan dike, xwendekaran xwe gihand belgeyên dîrokî yên Çîrokên Zazakî. Xwendekaran çîroka bi navê "Mesele Pepûk/Keko" ya ku li herêmê baş tê zanîn bijartin, cil û bergên gorî çîrokê li xwe kirin û bi enstrumanan va behsa çîrokê dikin.

Xwendekarên qala çîrokê dikin dîmenên wê kêliyê jî bi têlefonê kişandin û ji ser medyay civakî weşandin.

Ji ser medyaya civakî gelek hat ecibandin û hat xwestin ku bila civatek rûnê û heman tişt bo wan jî bê kirin.

Li ser daxwazên ji ser medyaya civakî hatin kirin xwendekarên Lîseya Keçan a Anadoluyê ya Mewlana li baxçeyê dibistanê Şewo Meselo (Şeva Çîrokê) organîzek kirin.

Xwendekarên lîseyê bi piştgiriya mamosteya xwe Songul Arikiz û belgeyên Zanîngeha Çewlîgê teslîmî wan kir û çîrokên ji mezinên xwe guhdar kirin hejmara çîrokên Zazakî yên li ber destê xwe zêde kirin.

Keçikên cil û bergên herêmî li xwe kiribûn li baxçeyê dibistanê ji bo civatê li def, derbik û daholê xistin û mamosteyê muzîkê jî bi neyê piştgirî da wan û xwendekaran ji guhdarvanan re çîrokên Kurdî yên bi zaraveya Zazakî gotin.

Li Bîngolê di nav heftê da rojekê 2 caran ev civat tê kirin û wisa tê payîn ku di heyama perwerdehiyê ya sala bê da jî ev xebat dewam bike.

"Em naxwazin zimanê me winda bibe"

Xwendekara lîseyê Gulcan Taşê bi bîr xist ku Zazakî kêm tê bikaranîn û got ku ew dixwazin ev zarave li ser rûyê dinyayê winda nebe û tekez kir: "Em naxwazin zimanê me ji holê rabe. Em dixwazin bila zarokên me jî bi vî zimanî biaxivin. Ji bo vê jî em dê bi Zazakî qala çîrokan bikin."

Melîke Yondeşê jî destnîşan kir ku ew dixwazin Zazakî zêdetir di jiyana rojane da cî bigire.

Mamosteya wêjeyê Songul Arikiz jî ragihand ku wan ewilî wek proje ev yek amade kir lê ji ber zû belavbûnê ew proje bi nav û deng bû û ev civat derket holê.

Murat Varol ku li ser zaraveya Zazakî ya zimanê Kurdî lêkolînan dike, dibêje ku çîrokên Zazakî yên berê di çarçoveya projeyê de hatine berhevkirin û destnîşan kir: "Zazakî li ber windabûnê ye. Ji nîşaneyên herî mezin ên vê yekê zarokên bi Zazakî xeber nadin tê nîşandan lê wekî tê dîtin di civatê de zarokên me awayek zelal bi Zazakî diaxivin. Çîrokên me ji ber kirine û di rastiyê der ev ji bo me hêviyeke mezin e. Ji bo Zazakî winda nebe û bigihije nifşên nû hêviya me zêdetir dibe." (Çavkanî: AA)