Qubad Talebanî êrişên li Herêma Kurdistanê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê her diçe zêde dibe û got “Em van êrîşan û êrîşên berê yên li ser xaka Kurdistanê ya li Iraqê şermezar dikin. Em bang li welatên cîran û dost dikin ku rêz li taybetmendiya Herêma Kurdistanê bigirin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro Înê 17-06-2 li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de got “Em van êrîşan û êrîşên berê yên li ser xaka Kurdistanê ya li Iraqê şermezar dikin. Êdî em nikarin tenê daxuyaniyan bidin, protesto bikin û li benda êrîşeke din bimînin.”

Îro 17ê Hezîranê li qezaya Kelarê dronekê otomobîlek kir armanc û di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar e. Dije Terora Kurdistanê jî dibêje, endamên PKKê di otomobîlê de bûne û êriş ji aliyê “droneke Tirkiyê” ve hatiye pêkanîn.

Roja 15.06.2022ê firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê navenda Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kir û di encamê de zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li hember vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan da û got “Divê hikûmeta federal a Iraqê roleke cidî bigire ser milê xwe û bi diyalogê dawî li binpêkirina serweriya welatê me bîne.”

Qubad Talebanî di beşeke din ya daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Em bang li welatên cîran û dostên xwe dikin ku rêzê li taybetmendiya Herêma Kurdistanê bigirin û êdî jiyana welatiyên Kurd nexin metirsiyê.”

Roja Çarşemê 8-6-2 demjimêr 21:30ê êvarî li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê firokeyeke bê firokevan teqiya, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand “Êrîşa dronê ji aliyê Hizbullahê ve hatiye kirin.

Bi êrîşa dawî ya firokeyê bê firokevan li ser Hewlêrê, di sal û nîvekê de 12 êrîş li ser Hewlêr û derdora wê hatine kirin.