Denîz Poyraz li Îzmîrê hat biranîn

17-06-2022
RÛDAW
Nîşan Denîz Poyraz HDP Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Denîz Poyraz   ku sala derbasbûyî li Avahiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê hatibû kuştin di yekemîn salvegera kuştina wê de li ser gora wê hat bîranîn.

Keça Kurd a ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê  Denîz Poyraz  ku endama HDPê bû di 17ê Hezîrana 2021ê li avahiya giştî ya wê partiyê ya li bajarê Îzmîrê yê Tirkiye  di encama erîşeke nijadperestî de ji aliyê kujer Onur Gencer ve  hatibû kuştin.

Îro 17ê Hezîrana 2022ê di yekemîn salvegera kuştina wê de  Poyraz li ser gora wê ji aliyê kesûkarên wê û hejmareke parlamenter, endam û alîgirên HDPê û dayikên aşitiyê  ve hat bîranîn.

Dayika Denîz Poyraz li ser gora keça xwe axivî û got: “Denîz ne Denîza min tenê bû ew ya gelê Kurd bû. Deniz xwe fedayî gelê Kurd kiribû, û bi rastî jî ji gelê Kurd pir hez dikir. Mirovê ku ji gel hez bike, ji hemû tiştan hez dike. ”

Yek ji dayikên Aşitiyê jî banga dadê bo Denîz Poyraz, Malbatan Şenyaşar kir.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst