Îranê helbestvanê Kurd desteser kir

17-06-2021
RÛDAW
Nîşan Helbestvanê Kurd Aram Fethî Merîwan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiya Îranê li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê çalakvan û helbestvanê Kurd Aram Fethî desteser kirin.

Îro serê sibê li bajarê Merîwanê hêzên ewlehiya Îranê avêten ser mala çalakvan û helbestvanê Kurd Aram Fethî û ew desteser dikin.

Li gorî agahiyên ku ji xizmên wî hatine girtin, hêzên ewlehiyê yên ku destûra dadgehê nîşanî Fethi dan, piştî lêgerîna li malê dest danîn ser tiştên wî yên şexsî û helbestvanê Kurd desteser kirin.

Heta niha sedema desteserkirina Aram Fethî û ew birine ku derê ne diyar e.

Fethî ku di heman demê de çalakvanek e jî, berê ji ber ku beşdarî rêxistinên çandî û sivîl bûbû ji aliyê Îranê ve gelek caran hatibû girtin û cezayê zindanê lê hatibû birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst