Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi îdiaya hilberîna zêrên sexte li 20 navnîşanan operasyonek encam dan
Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Rihayê û navçeyên wê 14 kes bi tometa hilberîna zêrên sexte hatin desteserkirin.
Tîmên Girêdayî Şaxa Bergiriya Tawanên Rêkxistî û Qaçaxiyê yên girêdayî Rêveberiya Emnî ya Rihayê, bi biryara Serdozgeriya Komarî ya parêzgehê li navenda bajêr û navçeyên wê yên Pirsûs, Heweng û Kaniya Xezalan, bi îdiaya hilberîna zêrên sexte li 20 navnîşanan operasyonek encam da.
Di encamê de 14 kes 14 kes bi tometa hilberîna zêrên sexte hatin desteserkirin.
Herwiha hêzên ewlekariyê di encama lêgerînên li wan navnîşanan de dest bi ser hejmarek zêde ya zêrên sexte û qalibên ku di çêkirina wan de tên bikaranîn girtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse