Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Gewîlanê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê, roja bihorî agir bi çadirekê ket û di encamê de bûk û zavayekî nû ku xelkê herêma Efrînê ne, jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer duh derdora demjimêr 04:00 sibehê li kampa Gewîlan a li sînorê parêzgeha Duhokê çêbû. Li gor agahiyan, li kampê agir bi çadirekê ket û xelk ji çadirên xwe derketin, ji bo ku agir vemirînin, lê tevî hemû hewldanan jî, agir nehat vemirandin û çadir bi tevahî şewitî.
Di bûyerê de, 2 kesên bi navê Firat Hesen ê 21 salî û Fola Imad a 15 salî canê xwe ji dest dane, ku nû dawet kiribû û zewicîbûn.
Cîranên wan herdu hevjînên genc dibêjin, dema ku ew gihîştin ser çadira wan, çadir bi tevahî şewitîbû û herdu gencan canê xwe ji dest dabûn.
Firat Hesen û Fola Imad beriya deh mehan li Rojavayê Kurdistanê zewicîne, lê piştî êrîşa Tirkiyê ya di Cotmehê de, koçberî Başûrê Kurdistanê bûbûn û di Mijdara 2019an de li Kampa Gewîlanê akincî bûn.
Elîfa Beko, koçbereke li wê kampê û cîranê wan herdu hevjînên nû ji Rûdawê re ragihand: “Ez heta ji xaniyê xwe, çadira xwe derketim û hatim, min dît çadir bi ser wan de hatiye, tiştek di çadirê de nemaye, agir bi wan ketiye û tiştek nemaye.”
Mihemed Şefîq jî koçberejî ji Rojava ye û ew jî dibêje: “Term xuya nedikirin heta agir vemirî, ji nû ve diyar bûn. Me got çi nemaye û bûne rijî (komir), piştî agir temirî, me termên wan dîtin û betanî avêtin ser.”
Kargêriya (îdareya) Kampa Gewêlanê ligel tîmên berevaniya şaristanî derbarê sedemên bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye.
Rêveberê Kampê, Salar Ebdulhemîd ji Rûdawê re got: “Îsal ti bşyereke wisa çênebûye li Kampa Gewîlan, em gelek ditirsiyan, hertim binkeya agirvemirandinê di amadebaşiyê de bû, bi taybet di demsala Havînê de, ku egera şewatê zêde ye, îsal tiştek çênebûbû, lê mixabin.”
Ji kesûkarên wan herdu hevjînên genc ên Efrînî, tenê pismamkeî Firat li Kampa Berdereş heye, ku li Pizîşkiya Dadê ya Duhokê amade bûye, daku termên wan werbigre û li deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka, terman radestî malbata wan bike.
Fuad Elî, pismamê Firat ji Rûdawê re got: “Niha em cenazeyê xwe werdigirin, yên din ji Kobaniyê tên, em dê bibin sînorê Sêmalka û radest bikin, piştre dê bibin Kobanî, eger rê hebû dê bibin Efrînê, eger rê nebû dê li Kobaniyê veşêrin.”
Pizîşkiya Dadê ya Duhokê karê otopsiyê li ser termên herdu gencan kiriye û dê paşê raporta pizîşkî ya fermî li ser mirina wan aşkere bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse