Şaredariya Şirnexê li ser avahiya xwe ya nû tabeleya Kurdî daliqand

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Şirnexê ku di destê AK Partiyê de ye, avahiya xwe ya nû qedand û li ser avahiyê tabelaya Tirkî û Kurdî hat daliqandin.

Şaredariya Şirnexê avahiya xwe ya nû ku weke şeklê keştiya Nûh hatiye dîzaynkirin, temam kir.

Li ser avahiya nû navê şaredariyê ligel tabeleya Tirkî ya Kurdî jî hat daliqandin.

Ev yek di demekê de ye ku li piraniya şaredariyên piştî hilbijartinên 31ê Adara 2019an ên ji destê HDPê bo AK Partiyê çûbûn tabeleyên Kurdî anîbûn xwarê.

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka, piştî ku hatibû hilbijartin li ber deriyê avahiya şaredariyê gotibû: “Min tu kîn û dijminatîyek himberî kesî tine ye. Derê şaredarîya min bo hemû Şirnexiyan vekirî ye. Ev dera mala hemî kesên hogirê HDPê, CHPê û MHPê ne jî. Ez dê hewl bidim xizmetên herî baş raberî hemî Şirnexiyan û hevbajariyên xwe bikim.”