WAN – Li masîgirên qaçax 18,600 lîre ceza hat birîn

17-06-2020
RÛDAW
Nîşan Wan Masiyên Kefalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erdîş a Wana Bakurê Kurdistanê, dest bi ser 8 ton masiyên kefalên mirwarî hatin girtin, li 9 kesan 18 hezar û 600 (2750 dolar) lire pere cezayê îdarî hat birîn.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Wanê, xebat û kontrol didomin da ku masiyên kefalên mirwarî bi qaçaxî neyên girtin ku ku ji Gola Wanê di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê de ji bo xerzdanînê koçî avên şêrîn dikin.

Di wê çarçoveyê de ekîbên Rêvwberiya Şaxa Berhemên Avê li Taxa Çelebîbagiyê operasyon bir ciyê ku di Çemê Har û Çemê Zîlanê de masî koç dikin.

Di operasyonê de dest bi ser 3 ton masiyên sax, 5 ton masiyên hişkbûyî ligel 54 toran hatin girtin. Tîman, masiyên zindî paşda berdan avê, masiyên telefbûyî jî hatin îmhekirin.

Ji ber binpêkirina qedexeyê, li 9 kesan 18 hezar û 600 lire pere cezayê îdarî hat birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst