Mihemed Îsmaîl: Rêkeftina aliyên Kurdî dê hêzeke xurt be di hemû waran de

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl dibêje, rêkevtina aliyên Kurdî dê hêzeke xurt be di hemû waran de û tekez dike ku Amerîka di mijara lihevanîna aliyên siyasî de li Rojavayê Kurdistanê cidî ye.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa rêkevtina aliyên Kurdî kir.

Mihemed Îsmaîl li ser xalên rêkevtinê û gavên pêşerojê, amaje bi wê kir ku wan li jêr çavdêriya Amerîkayê  danûstandinên ENKS-PYNK dest pê kiribûn û got, “tevî hinek xalên baweriyê mane jî lê me nexwest bibin asteng bo ku em bikarin vê pêvajoya xwe derbas bikin û me rêkevtineke siyasî derbas kir”

Mihemed Îsmaîl tekez kir ku ew li ser bingeha peymana Duhokê hevtêgihiştinek pêk anîne û  got, “bo ku karekî hevbeş çê bibe di hemû waran de, girîngiya yekrêziyê heye, pêwîstiya miletê me pê heye. Ev derfetek e ku ber bi rêkeftineke cidî biçin.”

Derbarê pirsên siyasî ku aliyên Kurdî li ser li hev kirine, Mihemed Îsmaîl dibêje, “em Kurd çi dixwazin li Sûriyê, em rejîmê, opozisyonê, pêşeroja Sûriyê, têkiliyên siyasî li gel aliyê navdewletî em çawa dibînin, li ser van xalan me nêrîneke hevbeş li hev kir. Ev gelek girîng e.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê dibêje, rêkevtina aliyên Kurdî dê hêzeke xurt be di hemû waran de derbarê dîtina wan li ser Sûriyê dibêje, “Em tev de dixwazin Sûriyeke demokratîk, firehizbî, parlamenî ne ji bo Kurdan bi tenê, bo hemû pêkhateyên Sûriyê. Nabe yek alî tahakkumê li hemû aliyan bike.”

Derbarê meseleyên îdarî, leşkerî, aborî jî Mihemed Îsmaîl diyar kir ku wan hîn li ser vê mijarê gotûbêj nedaen destpêkirin û ew çaverê ne ku derbasî wê qonaxê bibin. ENKSê ji berê ve gotiye destê me dirêjkirî ye ji bo yekrêziya Kurdî ku bikare karekî hevbeş bike. Miletê me pêwîstî bi yerêziyê heye. Ev rêkevtin dê hêzeke xurt be di hemû waran de.”

Herwiha Mihemed Îsmaîl dibêje, aliyê Amerîkayê di vê hewldana nêzîkkirin û lihevanîna aliyên Kurdî de cidî ye.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî  (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ji bo yekitiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê îro daxuyaniyeke hevpar dan. Herdu aliyan ragihandin, ku "qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."