Viyan Sebrî: Divê hêzên leşkerî ji nav Kerkûkê derkevin

17-06-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Kurdistan Kerkûk PDK Viyan Sebrî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Seroka Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê li parlamentoya Iraqêm Viyan Sebrî ragihand, divê hêzên leşkerî ji nav Kerkûkê derkevin, rewşa Kerkûkê were asayîkirin û piştre hilbijartin li wê parêzgehê bihê kirin.

 

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serokên fraksyonên nav parlamentoyê îro li gel Komîsyona Bilinda Hilbijartinên Iraqê li Bexdayê civiya.

 

Di vê civînê de behsa sererastkirina yasaya hilbijartinên encûmena parêzgehan tê hate kirin.

 

Berî civînê jî Seroka Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê derbarê encamdana hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê de ji Rûdawê re ragihand, heya niha rewşa Kerkûkê gelek xirab e û rewş ji bo lidarxistina hilbijartinan guncaw nîne.

 

Viyan Sebrî got, nêrîna wan ew e ku nabe hêj li Kerkûkê hilbijartin bêne kirin heya ku rewşa bajar asayî nebe û tekez kir, divê hêzên leşkerî ji nava bajêr derkevin.

 

Viyan Sebrî diyar kir, pêwîst e hêzên hevbeş biçin Kerkûkê û rewşa wî bajarî asayî bibe.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, Kerkûk û gelek navçeyên din ên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ketin bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê û ti rola Kurdan di rêvebiriya wan navçeyan de nema.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst