Ji bo giştpirsiyê 60 hezar karmend dê werin erkdarkirin

17-06-2017
RÛDAW
Nîşan Giştpirsî referandum Kurdistan serxwebûn amadekarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ya ku di 25ê Îlonê de dê were pêkanîn, li derdora 60 hezar kes, dê werin peywirdarkirin.

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Giştpirsiyê Şervan Zirarî ji Rûdawê re ragihand, ji bo giştpirsiyê pêwîstî bi 55 – 60 hezar kesan heye û got: “Bi şêweya girêbestê dê bi wan peywirdaran re peyman were çêkirin.”

 

Herwiha Şervan Zirarî diyar kir, ku li deverên nakokî yên Başûrê Kurdistanê ku li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ne, dê 11 hezar navendên hilbijartinê werin sazkirin.

 

Şervan Zirarî amaje bi yekê kir, ku ji bo amadekirina kelûpelên pêwîst ên giştpirsiyê, bi hin şîrketan re hatiye axaftin.

 

Herwiha Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê Hendrên Mihemed diyar kir, ku ji bo hilbijartinên giştî û hilbijartinên serokatiyê û herwiha ji bo giştpirsiyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê 35 milyon dolar daxwaz kirine û got: “Wezareta Darayî di destpêkê de ji bo amadekariyên giştpirsiyê 6 milyon dolar da komîsyonê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst