Asayîşa kampa Domîz nehişt tîmeke NYî biçe nav kampê

Dihok (Rûdaw) – Asayîşa kampa Domîz rê nade ku tîmeke Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana kampê bikin.

Nûçegihanê Rûdawê ji kampa Domîz ragihand ku hêjmarek rojnamevan û tîmên NYî dixwestin biçin kampa Domîz, lê asayîşa kampê rê neda ku derbasî nava kampê bibin.

Nûçegihanê Rûdawê wiha got: “Tîma Neteweyên Yekbûyî destûra wezareta rewşenbîrî û lawan a Herêma Kurdistanê wergirtine, lê nizanin çima asayîşê destûr nedan ku derbasî nava kampê bibin.”