Li Efrînê piştî 3 rojan bêdengî dîsa şer dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw)- Li gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de pevçun derket. YPGê ragihand ku heta niha di şer de 7 çekdar hatine kuştin.

 

Li gorî nûeya ajansa ANHA, piştî 3 rojan bêdengî dîsa li derdora gundê Bênê di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de pevçûn derket.

Çavkaniyên nêzî YPG'ê diyar kirin ku di pevçûnên îro de heta niha 7 çekdar hatine kuştin û hinek ji wan jî birîndar bûne.

Hat gotin ku şer di avahiyekê de li ser rêya gundên Basilê, Aqîbê û Bênê derketiye û heta niha jî didome.

Li gorî agahiyan, koma çekdar ji avahiyê derketiye û ber bi gundî Bênê ve vekişiyaye.

 

Li bejahiya navçeya Şêrawa û gundên Zaret, Aqîbê, Basilê, Meereskê û Bênê yên girêdayî navçeyê ji 25'ê Gulanê ve bi êrîşên komên çekdar re pevçûnan rû dabû. Di pevçûnên ku di navbera YPG'ê û komên çekdar de heta 14'ê Hezîranê dom kirin de zêdetirî 80 endamên komên çekdar hatibûn kuştin, 11 endamên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Ev 3 rojbûn li herêmê pevçûn  rawestiyabûn.