Li Şeqlawe agir bi mala bûk û zavayekî ket

17-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî bajarokê Şeqlawe yê Hewlêrê agir bi xaniyê welatiyekî ket û di encamê de zilam û hevjîna xwe ku çend meh berê zewicîne, şewitîn. Tê gotin rewşa jinkê metirsîdar e.

Li gundê Mîrawe yê bajarokê Şeqlawe yê Hewlêrê, îro (17.06.2013) agir bi xaniyekî ket.

Di encama şewatê de jin û zilamek ku çend meh berê zewicîne, şewitîn. Hat zanîn ku rêjeya şewata jinkê zêde ye û tirsa mirina wê heye lê zilam kêmtir şewitiye.

Li gorî agahiyên ku cîranên wê malê dane Rûdawê, şewat ji ber têkçûna elektrîkê rû daye û her wiha gundî dibêjin ku îhtimala wê heye dema agir bi xanî ketiye jin û zilamê xwe di xew de bûne.

Hat gotin ku temenê zilam 18 sal û yê jinê jî 17 sal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst