KCKyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da

17-05-2024
Nîşan Doza Kobaniyê KCK Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – KCKyê got, “Dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye, dadgeheke qirkirinê ye.”

Doh li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê hat kirin ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Herwiha bi ber hincetên cuda ceza li gelek gelek siyasetmedarên din jî hatin birîn.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştî biryarên dadgehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye, dadgeheke qirkirinê ye.”

Doza Kumpasê ya Kobaniyê bi temamî dozeke siyasî ye, doza qirkirinê ye. Dadgeha ku ev biryar da, dadgeha qirkirinê ye."

“Mafdar hatin mehkûmkirin”

KCKyê biryarên dadgehê şermezar kirin û got:

"Bi Doza Kumpasê ya Kobaniyê re girîngiya têkoşînê careke din eşkere bûye.

Mezinkirina têkoşînê bi piştevanî û yekîtiyê ji bo hêzên demokrasiyê û siyaseta demokratîk pêwîstiyek e ku nebe nabe.

Desthilata faşîst a AKP-MHPyê mohra xwe li binê biryara skandal xist ku mafdar hatin mehkûmkirin, sûcdar bê ceza hatin hiştin û dîrok hat berovajîkirin.

Ti eleqeya vê doza ku diyardeya herî zelal a zîhniyeta dij-Kurd e bi hiqûqê re nîne.

Wekî ku di raya giştî de tê gotin, ev kumpasek e ku ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye bipêşxistin.

Desthilatda faşîst a AKP-MHPyê ji bo siyaseta demokratîk bêdeng û tasfiye bike, çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê asteng bike ev doz vekir.”

Demên dawiyê di siyaseta Tirkiyeyê de peyamên “nermbûna siyasî” dihatin dayîn.

“Gotinên nermbûnê xapandin in”

KCKyê destnîşan kir ku ew jî xapandinek e û pê de çû:

“Gotinên nermbûnê xapandin in. Biryarên di Doza Kumpasê ya Kobaniyê de hatine dayîn rastiya AKPyê derxist holê.

Di heman demê de nêzîkatiya li hemberî Kurdan û siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê û demokrasiyê ye jî.

Di navbera her duyan de têkiliyek heye ku ji hev qut nabe heye.

Divê her kes bi vê zanînê tevbigere, têkoşînê esas bigire û berfireh bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst