ROJAVAYÊ KURDISTANÊ - 123 şervanan perwerdeya xwe xelas kir

17-05-2024
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hêzên Xweparastinê Perwerde Şervan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê 123 şervanan perwerdeya xwe ya leşkerî temam kir ku ji aliyê Hêzên Xweparastinê yên Rêveberiya Xweser ve dihat dayîn.

Hinek fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û gelek meqûl, serokeşîr û rûspî beşdarî merasîma derçûnê bûn.

Perwerdeyê 45 rojan ajot û şervana perwerdeya leşkerî û hizrî dît.

Hevseroka Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Beyan Elî di merasîmê de axivî û wê ji şervanan xwest ku di rewşa amadebaşiyê de bin.

“Divê em axa xwe ji hemû êrîşan biparêzin”

Beyan Eliyê bal kişand ser girîngiya parastina welêt û got:

“Divê em hevgirtî bin da ku em axa xwe ji hemû wan desthilat, welat û dijminan biparêzin ku dixwazin ewlehî û aramiya herêma me nehêlin.

Divê em axa xwe ji hemû êrîşan biparêzin.”

Şervanan di merasîmê de gelek cureyên şêwazên şer û xweparastinê nîşan dan.

Li hêla din, Tirkî el-Suanê meqûlê hoza el-Sibixeyê li zengilê metirsiyê da û eşkere kir ku li derdorê dijmin dixwazin tecrubeya Rêveberiya Xweser ji holê rakin.

“Divê hûn li ber êrişkeran bibin mertal”

Tirkî el-Suanê çekdarên ku Tirkiye wan bi kar tîne bi bîr anîn û got:

“Divê hûn mertal û bendaveke asê bin li ber êrişkerê Tirk Erdogan û li ber hêzên Îranî yên dijmin û hêzên rejîmê û wan şaneyên ku Sûriye wan li rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne û wan grûpên ku Tirkiye wan li bakurê Sûriyeyê jî bi kar tîne.”

Hêzên Xweparastinê dawiya sala 2014an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin.

Li gorî Hevserokatiya Giştî ya Hêzên Xweparastinê hejmara şervanan 15 hezar derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst