Rêjeya ava bendavên Urmiyê li gorî sala borî ji %10 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Avê ya Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, rêjeya ava bendavên parêzgehê gihîştiye 1 milyar û 284 milyon metre sêca ku li gorî sala borî ji sedî 10 kêm bûye.

Rêveberê Rêveberiya Avê ya Urmiyê Mecîd Restgarî îro Çarşemê 17ê Gulana 2023an ragihand, “Asta ava bendavên parêzgeha Urmiyê ji milyarek û 432 milyon metre sêca bo milyarek û 284 milyon metre sêca daketiye. Wate ji sedî 10 li gorî sala borî kêm bûye.”

Bi gotina Mecîd Restgarî, ji %79 ava bendavên parêzgeha Urmiyê di çar bendavên Bokan, Mehabad, Çaypare û Şarçayî yên Urmiyê de ye ku 1 milyar û 16 milyon metre sêca av li xwe digirin. Bendava Bokanê bi 680 milyon metre sêca ya ku herî zêde av tê de heye.

Mecîd Restgarî her wiha destnîşan kir ku asta ava 9 bendavên din ên parêzgeha Urmiyê li gorî meha Gulana sala borî bi awayekî berçav daketiye ku ew jî bendavên Makû, Eres, Tîkab û Selmas in.

Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê xwediyê 14 bendavan e ku salane 2 milyar metre sêca rezerva avê lê heye.