YSPê li Dîlokê ji bo hilweşandin û dûbarekirina hilbijartinan serî li YSKê da

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Dîlokê ya Partiya Çepên Kesk ji bo hilweşandin û dûbarekirina hilbijartinên Parlamenteriyê yên 14ê Gulanê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) da.

Li gor zanyariyan Rêxistina Dîlokê ya Partiya Çepên Kesk (YSP) roja 17ê Gulana 2023an bi sedama ku Partiya Vatanê roja hilbijartinan zêdeyî 4 hezar dengder ji derveyî îradeya wan û bêyî agahiya wan weke karmendên sindoqan damezrandine û bi vê jî bûne asteng ku dengê xwe bidin, bi daxwaznameyekê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) da û daxwaz kir ku hilbijartinên parlamenteriyê yên Dîlokê bên hilweşandin û ew hilbijartin bên dûbare kirin.

Berbijêrên YSPê yên Dîlokê li ser mijarê daxuyaniyek belav kirine û ragihandine ku dengderên li Dîlokê roja hilbijartinan di nîşandana îradeya xwe ya li ser sindoqan de rûbirûyî astengiyan bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Li gor ew lêkolînên ku me kirine, me dît ku rêveberên Partiya Vatan ku zanyariyên nasmayan yên dengderan bidest xistine, bêyî agahî û razîbûna wan bi hezaran dengder kirine karmendên sindoqan. Me destnîşan kir ku belgenameya 142ê ku ev welatiyên me weke karmendên sindoqan bikarin pê dengê xwe bidin, bo Partiya Vatan hatine radestkirin. Di vê rewşê de ji bo ku welatiyên me bikarin dengê xwe bidin take rê ew bû ku diviyabû welatiyên me bi derfetên xwe wê belgenameyê bidest bixin.”

Berbijêrên Dîlokê yên YSPê di daxuyaniya xwe de diyarkirine ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû ew dengderên ku rûbirûyî vê pirsgirêkê bûne û bang hatiye kirin ku di warê hiquqî de piştevaniya van dengdêran bê kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em ji bo aya giştî radigihînin ku me ji bo hilweşandin û dûbarekirina hilbijartinên Parlamenyteriyê yên li Dîlokê serlêdan kiriye. Bo kîjan partiyê bê dayîn bila bê dayîn zeftkirina îradeya yek dengder jî tawan e. Em bang li karbidestan dikin ku li dijî vê tawanê erkên xwe yên destûrî bicihbînin.”