Li Silopiyayê di êrîşa çekdarî de kesek hat kuştin

17-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sîlopiyayê ya ser bi Şirnexê di êrîşa çekdarî de kesek hat kuştin.

Li ser Kuçeya Hunerê ya Taxa Yeşiltepeyê ya navçeya Sîlopiyê, Seyithan G. yê bi çekê êrîşî Hasan O. kir ku eşkere bû di navbera wan de neyartî heye.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hasan O. yê bi dijwarî birîndar bibû tîmên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê veguhestin. Hasan O. tevî midaxeleyên bijîşkî ji mirinê nehat rizgarkirin.

Kesî êriş kiriye  li cihê bûyerê xwe radestî polîsan kir.

Hat zanîn ku êrişkar hat desteserkirin û  li rêveberiya ewlehiyê ya navçeyê kar û barên yasayî derbarî wî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst