Ji PKKê yekem daxuyaniya derbarê encamên hilbijartinan de

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê PKK Duran Kalkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan ragihand ku ti alî di hilbijartinên 14ê Gulanê bi ser neketiye û got, "Encamên hilbijartinê yên vê carê nîşan didin ku kî hikûmetê ava bike bila ava bike, ji niha û pê ve weke ku heta niha kiriye nikare bi tena serê xwe kar bike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan di bernameyeke Medya Haberê de axivî û hilbijartinên 14ê Gulanê yên li Tirkiyê nirxand.

Duran Kalkan diyar kir ku rêveberiya rêxistinê encamên hilbijartinê nirxandiye û diyar kir ku ew dê nêrînên xwe yên takekesî bîne ziman.

Kalkan anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de li ser Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin û got, "Lê belê pirsgirêka Kurd, sedem û çareseriya wê nehat rojevê."

Dengên dengdêrên Kurd

Kalkan îdia kir ku şêweya birêvebirina proseya hilbijartinan di warê dadmendî, azadî û wekheviyê de cihê gumanê ye û got: “Hat gotin ku dê li Tirkiyê sedsala duyemîn dest pê bike. Bi rastî jî encamên vê hilbijartinê dê zîhniyet û siyaseta ku ev sedsal li ser wê ava bibe diyar bike. Di vî warî de pir girîng bû.”

Kalkan dibêje: “Vê hilbijartinê bi zelalî nîşan da ku di helwest û sekna gelê Kurd de ti guhertin nîne. Rêjeya dengan hema hema li hemû Kurdistanê bi qasî hilbijartinên berê ye.”

Duran Kalkan, pesnê  Dêrsim û Colemêrgê da ku partiyên desthilatdar û muxalefetê nikarin parlamenterean derbixin û wiha pê de çû: “Bi taybetî ez serketina xelkê me yê Dêrsimê silav û pîroz dikim. Rewş û serketinek gelek girîng e. Bi taybetî jî nêzîkatiya wan cihê teqdîrê ye ku namzetek jin hilbijartine û ji xwe re kirine nûner. Li aliyê din ez sekna xelkê me yê Colemêrgê jî silav dikim. Dêsim û Colemêrg; ev her du kelehên Kurdistanê gelek girîng e ku nêzîkatiyek wiha welatparêz, şoreşger û demokrat raber kirine. Du mînakên şênber ku nûneriya nêzîkatiya gelê Kurd dikin. Di rastiyê de sekna giştî ya gelê Kurd wiha ye. Di vê hilbijartinê de ev yek car din bi encamên hilbijartinê hatiye îspatkirin.”

Tabloya giştî

Kalkan bi bîr xist ku hilbijartina Serokomariyê bo gera duyem maye û got: “Tê gotin ku Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu wd di gera duyemîn de pêşbirkê bikin. Her kes vê dinirxîne. Hilbijartinên parlamenteriyê di rêjeyek zêde de teqez nebûne, lê kêm zêde diyar bûye. Tabloya giştî ev e; partiyên ku berê ketine hilbijartinê hemûyan deng winda kirine. Yê ku qezenc kirî nîne. Bi giştî çi heye? Hinek partiyên nû ketine dewrê. Ji sedî yek û nîv, du, du û nîv deng standine. TÎP e, Partiya Refahê ye û partiyên mîna Partiya Zaferê. Ev, ji ber ji hal ketinê dengên winda kirine distînin.”

Kalkan diyar kir ku kêmbûna herî mezin di nava Hevpeymaniya Cumhur de heye û got: “Mînak ketina herî zêde di AKPê de ye. Ji sedî 42ê ketiye 35ê, 7 pûan. MHPê kêm jî be ketin heye. Lê ji ber tifaqê partiyên nû tevlî kirin, di rastiyê kêm kirin ku ev windahiya dengan bandorê li ser dengên tifaqê bike. Bûn tifaqa ku herî zêde deng standine. Di meclîsê de jî herî zêde parlamenter derxistin, ji aliyê arîtmetrîka meclîsê ve bûn tifaqa ku hilbijartin qezenc kirine. Di rastiyê de encamek wiha ji Tifaqa Millet dihat hêvîkirin. Lê Tifaqa Milet ev ast raber nekir. Gelek derdorên ku ji bo propagandaya hilbijartinê û xebatên hilbijartinê tevdigeriyan, texmîn dikirin ku wê encam vi vî rengî be. Lê çênebû. Sedemên wê divê werin lêpirsînkirin. Bê guman ew bi xwe wê hîn baştir lêpirsîn bikin.”

Rexne li Hevpeymaniya Milet girt

Kalkan rexne li Hevpeymaniya Millet kirin û got: “Gelek partî hatibûn ba hev. Seknek demokratîk raber dikirin. Dianîn ziman ku wan li hev kiriye. Nîşan didan ku qaşo gihiştine yekîtiya demokratîk. Diyar e ku ev yek baş negotin, ji ber ku saxlem nerawestan. Bi tam temamî wisa nînin. Her hal di tifaqê de şaşitî kirin. Bi hevpar ketina hilbijartinê, zêde neda qezenckirin. Divê xwedî wê têgihiştina siyasî ban ku wê fêm bikin. Ketina hilbijartinê ya li ser bingehê CHPê, hem di CHPê de û hem jî partiyên din de bû sedema windahiyê.”

Bi gotina Kalkan Hevpeymaniya Milet nekarî xwe bigihînin ji dervey xwe û di bi n bandaro Hevpeymaniya Cumhur de ma. Kalkan: “Ji pirsgirêkên bingehîn re çareserî nedîtin. Hinekê li ser aboriyê rawestiyan, li ser edaletê rawestiyan lê li ser şer nesekinîn. Mînak li ser pirsgirêka Kurd nesekinîn. Hîn zêdetir di bin ber dayîna Hevpeymaniya Komarê de man. Hewl dan ku bersivê bidin wê. Ferq û cudahiyên xwe nedanîn holê. Ev tê wateyê ku ferq û cudahiyên wan nebûn. Weke çêkera fikrî zêde baş nînin. Ya din jî derket holê ku ne zêde rêxistinkirî ne. Bi rastî evqas berpirsyariya desthilatdariyê li ser bû, evqas ji hal ketibû AKPê ev deng çawa standin? Dibêjin ku zêde ket. Helbet dê bikeve lê dîsa divê mirov sivik nebîne ku di van şert û mercan de evqas deng standine. Divê mirov li ser sedemên wê bisekine.”

Dengên MHPê

Derbarê rêjya dengên MHPê wergirtine de jî got: “Ji MHPê re rapirsiyek çêkirin; deng kêm xuya dikin. Lê ew dikeve hilbijartinê, dengên zêde werdigire. Teşekirina mirovan bi perwerde û hunerê heye, teşekirineke civakî ye. Di vê wateyê de Kemalîzm qediya. Ji 12ê Îlonê û vir ve bi taybet bi AKP-MHPê civakeke nû ava bûye. Ev tê wê wateyê ku zîhniyet û siyaseta komîteya Îttîhat û Terakkî ya nîjadperest, Tûranî berz bibe.”

Xwerexnekirin

Di berdewamiya axaftina xwe de Duran Kalkan got, "Şaşiyên me jî hebûn. Em venaşêrin, em xwe rexne dikin, dinirxînin. Di nava Hevpeymaniya Milet de rêxistineke bi vî rengî nîne. Asteke wiha jî tune. Divê li dijî AKP-MHPê jî têkoşîneke wiha bê kirin. Ji ber vê yekê wisa dixuye ku ew dê gelek encam bi dest bixe, berevajî vê yekê, li wir piçek xemgîniyek derket.

Kalkan destnîşan kir ku divê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê jî xwe rexne bike  û got: “Bê guman, ev encam nikare wekî serkeftinek tevahî were dîtin. Armanc destnîşan kirin, ev armanc pêk nehatin. Lê divê gel ji vê yekê berpirsyar neyê dîtin, di nava gelê Kurd de paşveçûneke herî biçûk jî çênebû.”

Hilbijartinên serokomariyê

Kalkan diyar kir ku encamên hilbijartinê ji yên ku dihatin pêşbînîkirin cuda bûn û wiha pê de çû: “Em nikarin li ser hilbijartina serokomariyê tiştekî bibêjin. Eşkere ye ku di van demên dawî de hinek kesan di vê mijarê de rêbertiya Tayyîp Erdogan kiriye. Axaftina wan a dawî ya beriya hilbijartinê hinekî wisa bû. Helwesta wî ya ji bo hilbijartinê jî wisa ye. Muxalefet dibêje 'li ber xwe bidin' lê şansê wê li gorî ya berê kêm bûye.”

Ji niha pê de dê çi bibe; Serokkomar kî dibe bila bibe, encamên hilbijartinê yên heyî nîşan didin ku kî hikûmetê ava bike nikare weke heta niha bi tena serê xwe karê xwe bimeşîne. Weke mînak eger Hevpeymaniya Cumhirhikûmeteke nû ava bike, nikare weke heta niha birêve bibe. Pêdiviya civakê, Tirkiyeyê bi guhertinê heye û ev guhertin tenê bi afirandina yekîtiyê pêkan e. Aliyê ku bibêje min a xwe got û tişta ez biaxwazim dê bikim û li ser vê yekê rijd be, dê bêtir rastî bertekan be  û ew  dê bêtir zerarê bibîne û winda bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst