Li Erzinganê termê welatiyekî Îranî di kanala avê de hat dîtin

17-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê termê şivanekî welatiyê Îranê di kanaleke avê de hat dîtin.

Li gundê Kismikor ser bi parêzgeha Erzinganê, welatiyekî Îranî yê bi navê Bahrî Hajipourkhalkalou yê 39 salî ku şivaniya pezê kesê bi navê T.G dikir, doh 16ê Gulanê demjimêrên êvarî xwediyê pez piştî agahî jê wernegirtin, aliyên pêwendîdar agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê Cendirme û tîmên AFADê li navçeyê dest bi lêgerînê kirin. Piştî xebateke du demjimêran termê Bahrî Hajipourkhalkalou di kanala ava bendavê de hat dîtin.

Tê gotin, termê şivanê ku welatiyê Îranê ye şandine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst