TUIK: Parêzgeha ku herî zêde ciwan lê hene Colemêrg e

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) yên sala borî li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 12 milyon û 949 hezar û 817 ciwan hene û ew jî %15.2ê nifûsa giştî ya Tirkiyê ye.

Li gor lêkolîna “Bi amaran ciwan-2022” ya TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 12 milyon û 949 hezar û 817 ciwanên ku temenê wan di navbera 15 û 24 salan de ye hene û ji wan %51.2 mêr û %48.8 jî keçên ciwan in.

Rêjeya herî zêde ya ciwanan li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye ku %22 e û piştî wê jî bi rêjeya %21.7 parêzgeha Şirnexê û bi rêjeya %21.1 parêzgeha Sêrtê tê. Herwiha parêzgehên ku rêjeya ciwanan herî kêm e jî parêzgehên Mugla û Balikesir yên Tirkiyê ne ku rêjeya ciwanan %12.3 ye. Piştî wê jî bi rêjeya %12.7 parêzgeha Ordu, bi rêjeya %12.8 Dêrsim, Sinop û Kirklareli tên.

Li gor pêşbîniyên lêkolînên nifûsê, li Tirkiyê rêjeya ciwanan her ku biçe dê kêm bibe û li gor vê yekê di sala 2030an de ji %14, di sala 2040an de ji %13.4, di sala 2060an de ji %11.8 û di sala 2080an de jî bibe %11.1.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya ciwanan wiha ye:

Temen 15-24

12 milyon 949 hezar û 817 ciwan

%51.2 mêrên ciwan

%48.8 jinên ciwan

Parêzgehên ciwanên wan herî zêde:

Colemêrg %22

Şirnex  %21.7

Sêrt  %21.1

Parêzgehên ciwanên wan herî kêm:

Mugla  %12.3

Balikesir  %12.3

Ordu  %12.7

Dêrsim %12.8

Sinop  %12.8

Kirklareli %12.8

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) di hilbijartinên 14ê Gulanê de 4 milyon û 904 hezar û 672 ciwanan mafê dengdanê bi dest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst