Li Eyn Îsayê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê 3 kes birîndar bûn

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan Enyn Îsa Topbaran Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê 3 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, di encama topbarana artêşa Tirkiyê li gundê Cideydê û Rêya Navdewletî ya M-4, sê  kes birîndar bûn ku du ji wan birayên hev in.

Navên kesên ku birîndar bûne: Mihemed û Mehmûd Fewaz el-Weggai û Mihemed Salim Kemal in.

Hat ragihandin kesên ku di topbaranê de birîndar bûne ji bo nexweşxaneyên Reqayê hatine veguhestin.

Gundê Cideydê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye topbarankirin bi 2 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Eyn Îsayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst