2 mela li Hemedanê ji ber piştgiriya xwepêşandanan têne darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Ebdulcebar Lutfî û Madih Ehmedî 2 melayên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê  li dadgeha taybet a mamostayên olî ya li Hemedanê bi tawana piştgiriya xwepêşanderan têne darizandin.

Kampanya parastina mamostayên olî li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, dadgeha mamostayên olî ya Hemedanê di 2 agahdarkirinên cuda de ji bo pêşnimêjê gundê Huye yê ser bi Sineyê Mela Madih Ehmedî 21ê Gulana 2023an û pêşnimêjê Mizgefta Îrşad a Sineyê Mela Ebdulcebbar Lutfî dane di 24ê Gulana 2023an de derdikevine pêşberî dadgehê.

Her du mela bi hinceta ku di xwepêşandanên sala borî yên Rojhilatê Kurdistanê de piştgirî dane daxwazên gel têne darizandin. Ew ji wan melayan bûn ku di meha Sibatê de li dijî kuştin û sizakirina xwepêşanderan daxuyaniyeke hevbeş dabûn û bang li rayedarên Îranê kiribûn ku guh bidin daxwazên xelkê.

Zêdetirî 20 melayên mizgeftên Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandan û piştî xwepêşandanan de hatin girtin. Hejmarek ji wan bi zîndanîkirin, qamçiyan û betalkirina mafên melatiyê û weazan hatine cezakirin.