Hevserokê PYDê Salih Muslim: Amerîkayê soz nedaye ku me biparêze

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Salih Muslim got “Rejîm dixwaze Sûriyê vegerîne weke dema berî 2011, lê ev yek ne pêkan e.” Herwiha Mislim dibêje “Amerîkayê soz nedaye ku me biparêze û berevaniyê di ber me de bike.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim hevpeyvînekê bi medyaya Siûdî re kir û ragihand ku ew pêşwaziyê li peywendiyên Sûriya û welatên Erebî dikin û hêvî diki ku ev welat hana Esed bidin bo gotûbêjkirina babetan û gihiştina bi çareyekê.

Muslim pêşwazî li peywendiyên komkara Ereb û Sûriyê kir û dibêje “Em ji pêwendiyên Sûrî – Erebî ne aciz in, lê belê em pêşwaziyê lê dikin. Em hêvî dikin ev lihevhatin yan jihevnêzîkbûn ne li ser hisabê gelê Sûriyê be.”

Hevserokê PYD Mislim tekez kir ku “Rejîm dixwaze Sûriyê vegerîne weke dema berî 2011, lê ev yek ne pêkan e.”

Salih Muslim daxwaz ji welatên Ereb kir ku piştgiriya wan a ji bo Suriyê bi merc be û gpt “Bi gumana min, helwesta welatên Erebî divê bi hin yasayên demokratîk mercdar be û di çareya siyasî de bi kêmanî rêzgirtinê li gelê Sûriyê û pêkhateyên Sûriyê bike. Ez guman dikim  welatên Erebî wê hin mercan li ber Şamê deynin.”

Derbarê diyaloga bi Esed re Muslim dibêje “Berî niha bi demekê diyalog hebû, lê niha diyalog nîne. Em hêvî dikin birayên din ên Ereb, beşdariyê di vê mijarê de bikin û hana  Beşar Esed bidin ji bo gotûbêjkirina babetan, bi mebesta gihiştina bi çareyekê.”

Herwiha Muslim bal kişand ser rola Hêzên Sûriya Demokratîk bo Sûriyê û got “Dibe ku hêzên HSDê bêhtir ji Artêşa Sûrî, qurbanî ji bo serwerî û parastina Sûriyê dabin.”

Li aliyê din li ser têkiliyên PYD û Amerîkayê Muslim wiha anî ziman “Em ne sîxurên Amerîkayê ne û rojekê jî me ferman jê wernegirtiye. Amerîka hate Sûriyê dema berjewendiya wê ew yek dixwest û berjewendiya me jî alîkarî dixwest. Amerîkayê soz nedaye me ku me biparêze û berevaniyê di ber me de bike.”