Du top li Şedadê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Du gulleyên topê li nahyeya Şedadê li başûrê bajarê Hesekê ketine xwarê û di encam de ziyanên maddî çê bûne.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye ku şeva borî du gulleyên topê li nahyeya Şedadê li başûrê bajarê Hesekê ketine xwarê.

Di encama ketina wan topan de zirarên maddî gihîştine malekê, lê ti zirarên canî nebûne.

Ji aliyekî din ve, hinek çavakniyan belav kiriye ku çend gulleyên topê li derdora bingeha hêzên Amerîkayê ya li bajarokê Şedadê ketine xwarê û dengê çend teqînan hatiye bihîstin.

Ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nehatine belavkirin û çavkaniya wan topan jî nehatiye zanîn.

Hinek çavkaniyên din jî amaje bi wê yekê dane ku balefirên Hevpeymaniya Navdewletî li esmanê navçeyê geriyane, lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

Roja 7 vê mehê li parêzgeha Dêrezorê, topek ji aliyê navçeyên hikûmeta Sûriyê û milîsên ser bi Îranê ve li navçeyên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HDS) ve hatibû avêtin û li zeviyên Konîko ketibû xwarê.