Polîsên Leşkerî 3 welatiyên Kurd li gundewarê Efrînê girtin.

17-05-2022
RÛDAW
Nîşan Efrin Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên grûpa bi navê “Polîsên Leşkerî” 3 welatiyên Kurd li nahiyeya Mabata li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, roja Yekşemê 15ê vê meha Gulanê, çekdarên grûpa bi navê Polîsên Leşkerî, 3 welatiyên Kurd li nahiyeya Mabata girtin.

Ibrahîm Şêxo herwiha ragihand, ku girtina wan hersê welatiyên Kurd, ji gundê Dar Girê, bi tometa ku berê wan ligel Rêveberiya Xweser kar dikirin.

Navên wan jî ev in: Ehmed Mihemed Mistefa (50 salî), Ebdo Nekir Elî (55 salî), Sebrî Mistefa Şaşo (60 salî).

Heman zanyarî diyar dikin ku heta niha ew hersê welatî girtî ne.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst