Serokê Baroya Amedê: Ew malbat ji ber ku Kurd bû rastî êrişê hat
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Baroya Amedê raporta derbarê êrişa li dijî malbata Hewlêrî de aşkere kir û tekez kir ku ji ber ku ew malbateke Kurd bûye rastî êrişê hat.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren îro, 17/05/2021, di kongreyeke rojnamevanî de raporta baroyê ya derbarê êrişa li dijî malbata Kurd a Hewlêrî de aşkere kir.
Nahît Eren ragihand ku wan li gel Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Mêrsînê, Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê û Şaxa Edenê ya Mazlûm-Derê û hejmareke parêzeran li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîne.
Çawaniya rûdana bûyerê
Nahît Eren behsa wê jî kir ku dema ew diçûn bo Mêrsînê, birayê Muştaq Mehmûd Kerîm li gel wan peywendî danî û daxwaza alîkariya hiqûqî kir û got, “Hevjîna Kerîm û 3 zarokên wî di odeyeke li beşa çavdêriya hûr de bûn. Diyar bû ku zarok gelek tirsiya bûn û di şoka bûyerê de bûn.”
Li ser çawaniya bûyerê jî Serokê Baroya Amedê ragihand ku Muştaq Ehmed Kerîm ev zanyarî bi wan dan, “Bi kevir li aliyê piştê yê serê wî dane, kesên êrişkar xwestine wî di bilindahiyê de biavêjin, ji ber ku Tirkî nedizanî û baş ne li ser hişên xwe bû, ji dijûn û gefên ku li wî hatine kirin, hevoka `Ev der axa Anadoluyê ye, Tirkiye ye, tu li ser axa me çi dikî` fêm kiriye û tiştên din tênegihiştiye.”
`Hûn çima hatin vê derê?`
Nahît Eren diyar jî kir, “Bûyer wek `bûyerek hatinûçûnê ya bi ziyana maddî` hatiye binavkirin. Hatiye destnîşankirin ku gotinên şahidhalê bûyerê ji ber ku bi tometa propagandaya rêxistinê dosya wî ya sûç heye, bi kêrî nayên. Hatiye gotin ku pênasekirina dozger di encama lêkolîna li cihê bûyerê girîng nîne û ya girîng pênasekirina dadger e bo vê bûyerê. Pirsên wek `Hûn çima hatin vê derê?` ji malbatê hatin kirin.”
Serokê Baroya Amedê tekez jî kir, ji ber ku ew malbat Kurd bûye, rastî êrişê hatiye û got, Serdozgeriya Anamurê bi tometên “kuştina bi qestî”, “handana xelkê bo kîn û dijminkariyê” û “gihandina ziyan bi mal û milk” lêpirsîn derbarê wan kesan de vekir lê dadgehê derbarê du kesan tenê bi tometa “kuştina bi qestî” biryara girtinê daye.
“Emniyet û qayimqamiyê rê nedan”
Serokê Baroya Amedê diyar jî kir ku zarokê 13 salî yê malbata mexdûr jî li ser gotinên êrişkaran, wek `zarokê bo tawan hatiye handan` îfadeya wî hatiye wergirtin û lêpirsîn derbarê wî de hatiye vekirin.
Nahît Eren tekez jî kir tevî ku destpêkê malbatê daxwaza piştevaniya hiqûqî kir û dixwast ew bibin parêzerên dosyeyê, lê li ser arastekirina berpirsên emnî û qayimqamiyê rê nehat dayîn ku ew malbat razî bibe ew destwerdanê di dosyeyê de bikin û parêzeriya malbatê li xwe bigirin û got, “Şoka li ser rûyên wan her tişt nîşan dida.”
Encam û pêşniyazên raporta Baroya Amedê;
-Mexdûr rastî gotinên regezperest û êrişa fizîkî hatine
-Mexdûr ji ber ku ji Herêma Kurdistanê û Kurd bûne rastî sûcê nefretê hatine
-Divê derbarê Rêveberê Ewlekariya Anamurê, Qayimqam û berpirsên emnî de lêpirsîn bê destpêkirin ku tevî ne di erkê wan de bûye, hewl dane li gel malbatê biaxivin û araste bikin
-Divê madeya 122 ya Yasaya Ceza a Tirkiyê bê guhertin û têkildarî sivkatî û gefên li dijî nasnameyên ciyawaz yasayek bê amadekirin
-Divê Tirkiye bi rêk û pêk pabendî hemû wan rêkeftinên navxwe û navdewletî bibe ku îmze kirine û daraz û îdare pabendî wan xalan bibin ku hatine destnîşankirin
Malbat îro gihişt Başûrê Kurdistanê
Malbata Kurd a li Hewlêrê rastî êrişeke nijadperest hatibû, şeva derbasbûyî demjimêr 02.00 gihişt Başûrê Kurdistanê û îro demjimêr 10.00an ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ew malbat hat pêşwazîkirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku ew êrişa li dijî malbata Hewlêrî, êrişeke li dijî rûmeta hemû hemwelatiyên Kurdistanê bû.
Bûyer çawa qewimî?
Li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê yekem roja Cejna Remezanê, 13/05/2021, malbateke Kurd a ji Hewlêrê rastî êrişa grûpekê hat û bav û kur birîndar bûn.
Ew malbata Kurd ji Edene ber bi Antalyayê ve birê ketibû, di demekê de ji aliyê 4 kesên Tirk ve rê li ber wê hate girtin û piştî sivkatî û sixêfdanê bi Kurd, bavê malbatê û kurê wî yê 12 salî hatin birîndarkirin. Piştre ji ber dijwariya birînê bav bo nexweşxaneyê hate şandin.