Parêzgarê Hewlêrê: Mijara êrişa li ser malbata Kurd bi dawî nebûye

17-05-2021
RÛDAW
Nîşan Parêzgarê Hewlêrê Kurd Malbata Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew malbata Kurd a ku li Mêrsînê rastî êrişa grûpeke Tirk hatibû, vegeriya Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê jî dibêje, ev mesele hêj bi dawî nebûye.

Yek ji endamên wê malbatê ji Rûdawê re ragihand, ew şeva derbasbûyî demjimêr 02.00 bi rêya DeriyêNavdewletî yê Îbrahîm Xelîl vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Malbata Kurd a li Hewlêrê rastî êrişeke nijadperest hatibû, şeva derbasbûyî demjimêr 02.00 gihişt Başûrê Kurdistanê û îro demjimêr 10.00an ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ew malbat hat pêşwazîkirin.

Parêzgarê Hewlêrê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku ew êrişa li dijî malbata Hewlêrî, êrişeke li dijî rûmeta hemû hemwelatiyên Kurdistanê bû.

Omîd Xoşnaw got ew êrişa li dijî malbata Kurd “gelek tundajo ya bi corek bû ku wan (kesên êrişkar) hizir li ser regezperestiyê kirine. Lewma jibilî şermezarkirina wî karî, em careke din bi navê Parêzgariya Hewlêrê, hevbajariyên me piştrast dikin, rûmeta her takekî hemwelatiyê bajarê Hewlêrê, rûmeta me ye, rûmeta hikûmetê ye.”

Herwiha Omîd Xoşnaw got, “Em çawa berevaniyê li rûmeta hemwelatiyên xwe dikin wek hikûmet, bi heman şêwe berevaniyê li rûmeta wan kesan jî dikin ku tên welat û bajarê me, divê selamtiya wan jî her tim parastî be, taybet jî li Hewlêra paytext ku nasnameya aramî û pêkvejiyanê heye.”

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê kir ku heta niha tendirustiya Muştaq Mehmûd Kerîm ku rastî êrişê hatibû, baş nîne û got, “li dezgehên tendirustî yên Herêma Kurdistanê her pêwîstiyek hebe em dê çareser bikin.”

Parêzgarê Hewlêrê spasiya hemû wan aliyan jî kir ku derbarê vê bûyerê de li gel wan di hemû astan de hatine deng “li Herêma Kurdistan, Iraq û hetta Tirkiyê jî... spas bo Konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê, ku ew soza bi me dabû bo dîtin û girtina tawanbaran, di dema 3 demjimêran de “ bicih anî.

Parêzgarê Hewlêrê behsa wê jî ku ev mesele di aliyê wan de bi dawî nebûye heta ku bikêrên vê bûyerê cezayê xwe yê yasayî nebînin û got jî “Em dê nameyeke taybet a germî li gel wan dokumentên li cem kak Muştaq pêşkêşî Konsulxaneya Tirkiyê bikin. Bila ew tawanbar bibin pendek bo hemû wan kesan ku hizra tundûtûjiyê dikin ku ne li Tirkiyê û ne li welatê me kesî ew wêrekî nebe êrişî mêvanê xwe bike.”

 

 

Li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê yekem roja Cejna Remezanê, 13/05/2021, malbateke Kurd a ji Hewlêrê rastî êrişa grûpekê hat û bav û kur birîndar bûn.

Ew malbata Kurd ji Edene ber bi Antalyayê ve birê ketibû, di demekê de ji aliyê 4 kesên Tirk ve rê li ber wê hate girtin û piştî sivkatî û sixêfdanê bi Kurd, bavê malbatê û kurê wî yê 12 salî hatin birîndarkirin. Piştre ji ber dijwariya birînê bav bo nexweşxaneyê hate şandin.

Vê bûyera ku bi rêya Rûdawê belav bû, deng karvedan li pey xwe anîn û li ser vê yekê 3 êrişkar hatin desteserkirin û biryara girtinê derbarê 2 ji wan êrişkaran de hat dayîn.

Parêzgarê Hewlêrê berî niha derbarê bûyerê de ragihandibû ku wî peywendî bi Konsulxaneya Tirkiyê yê li Hewlêrê kiriye ku zelalkirinekê li ser wê êrişa li dijî malbata Kurd bidin û Konsulxaneya Tirkiyê jî ragihandibû ku li ser bûyerê 3 kes hatine desteserkirin û lêkolînên wan berdewam in.

Herwiha Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibû ku ew êrişa li dijî malbata Kurd bi tundî şermezar dikin û spasiya Baroya Amedê jî kiribû ku şandeke bi serpereştiya Serokê Baroyê ji bo alîkariya malbata Kurd gihiştibû Mêrsînê.

Wê grûpa Tirk bi dijûn û sixêfdana bi Kurdan êrişî malbata Hewlêrî  kiribûn, lê Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay gotibû, ev ne êrişeke nijadperestî bûye û ji ber bûyera trafîkê bûye.

Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren diyar kiribû ku baroya wan li ser êrişa li dijî malbata Kurd raportekê amade dike û tekez kiribû ku divê ev êrîşkar bi tawana "Êrîşa bi qesta kuştinê" bêne zindanîkirin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî li ser bûyerê ragihandibû ku li her cihekî zilm li Kurdan bê kirin an bên êşandin destê desthilatdarên Tirkiyê li pişt e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst