Li Rojava ji ber nebûna êm, pez bi erzanî tê firotin

17-05-2021
RÛDAW
Li Rojava ji ber nebûna êm, pez bi erzanî tê firotin
Li Rojava ji ber nebûna êm, pez bi erzanî tê firotin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Ajal Hişkesalî Êm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara ajalan a Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna mûsim û êm, pez erzan tên firotin, xelk êdî dixwazin xwe ji pezê xwe rizgar bikin û îsal bi zerereke kêm barê li ser milê xwe sivik bikin.

Îsal ji ber hişkesaliyê mûsima çandiniyê têk çûye, çêrgeh jî nemane û êmê pez biha bûye,

Ednan Darî yek ji bazirganên peze, dibêje ziyan gelekî li xwedanên pez yên li gund û malan tê kirin.

Bazirganê pez Ednan Darî got “Îsal seleke xerab e, mûsim nehatiye, ji ber ku ajal zeîfin, xelk dixwaze pezê xwe bifiroşe, nayê firotin. Par bihabûna miyek bi 700 hezar lîreyê Sûrî bû îsal 300 hezar e.”

Xwedanên pez yek kîlo ceh li bazara reş bi 1300 lîreyên Sûriyê dikirin.

Saziya êm ya Rêveberiya Xweser çend cûreyên êm bi nirxekî guncaw difroşe welatiyan, lê ji ber ku mehane tenê 10 kîlo êm ji bo ajlên biçûk û 50 kîlo j ibo ajalên mezin dide, xwedanên sewalan gazindan dikin ku êm têra sewalên wan nake .

Endamê Yekîtiy Bazirganiya Sewalan Mihemed Hac Hisên dibêje “em nikarên alîkariyê bidin, êm heye lê nirxê wan bihaye. Di vê rewşê de divê sînor vebibin.”

Berpirsên Rêveberiya Sewaldariyê di Rêveberiya Xweser de dibêjin ku gelek pirsgirêk li pêş wan hene û saziya êm ta berî 4 mehan jî di destê Hikûmeta Sûriyê de bû û li gorî serjimêra ajalan ya sala 2010an êm belav dikir,lê niha ew sazî di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye û li gorî serjimêra sala 2018an êm li xwedanên sewalan belav dike.

Hevserokê Rêveberiya Sewaldariyê ya Kantona Qamişlo Mihemed Tahir Mehmûd got “Pirsgirêk ew e ku êm li sûka reş bihaye. Bihayê êm derketiyê 700-800 Lîreyê Sûriyê, em didin bi 300 lîreyî. Derfetên me yên wisa mezin jî tinin. Wek ku tê zanîn niha Rojava dorpêçkiriye. Heta ji destê me bê li gorî derfetên xwe em ji wan re bibin alîkar.”

JI sala 2011an pez di riyên qaçax re ji  Rojavayê Kurdistanê tê derxistin.

Rêveberiya Sewaldariyê ya Rêveberiya Xweser dibêje ku niha bazirganiya sewalan di bin kontrolê de ye û li gorî serjimêra sala 2018an tenê li Qamişlo 954 hezar û 225 serî hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst