Li Rojavayê Kurdistanê ji bo danûstandina liv û tevger zêde bûne

17-05-2021
RÛDAW
Şanda Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina civînên rasterast serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Şanda Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina civînên rasterast serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Amerîka PYNK ENKS Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke pilebilind ji wê Wezaretê Derve ya Amerîkayê piştî hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê îro serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên payebilind ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hejmarek rayedarên din ên herêmê re hevdîtin pêk anîn.

Şandeke Amerîkî li Başûrê Kurdistanê ye, doh ligel serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya. Rojavayê Kurdistanê mijareke girîng ya wan civînan bû.

Şanda Amerîka di civîna ligel serokê Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser berdewamî û serxistina danûstandinên ENKSê û PYNKê kir û got, girîng e ew danûstandin biserkeve. Ji xwe Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka serpereştiya van danûstandinan dikin ku hîn jî gera sêyem deestpê nekiriye û herdu alî hev tometbar dikin.

ENKSê daxwaza gerentiyê dike û dibêje, pêwîst e serkirdeyên Rêveberiya Xweser û PYDê dest ji zimanê tûj berdin. Lê PYNKê jî dibêje, nabe ENKSê mercên xwe dane û divê bê şert û merc were ser maseya danûstandinê.

Di civîna ligel serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de şanda Amerîkî ku şand ji Cîgirê Alîkarê Wezîr Joey Hood, Cîgirê Alîkarê Wezîr û Nûnerê Taybet ê bo karûbarên Sûrîyê Aimee Cutrona, Cîgirê Şanderê bo Sûrîyê David Brownstein û Dîrektorê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Koşka Spî bo karûbarên Iraq û Sûrîyê Zehra Bell pêkhati pêk hatibû, danûstandinên navbera aliyên Kurdî li Rojavayê kurdistanê bi girîngî da zanîn û hêvî kir ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin û lihev bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka serpereştiya danûstandinan dikin û hewla nêzîkirina aliyan didin, lê ev demeke ev danûstandinê rawestiyane û kelemên li pêş lidarxistina civîna rasterast di navbera ENSKê û PYNKê nehatine çareserkirin.

ENKSê dibêje ew ji bo danûstandinan amade ye, lê daxwaza gerentiyê dike.

Endamê Şanda Danûstandinê ya ENKSê Fêsel Yûsif got: “Em daxwaza garentiyê dikin ku du daxuyanî hebûn danûstandinan li ser wê binghê hatibûn destpêkirin. Yek ji aliyê HSDê ve û yek jî aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn derxistin. Digotin ku ENKS azad e, di kar û çalakiyên xwe de. Em garentiyê ji vê re dixwazin. Herwiha em daxwaz dikin ku ev binpêkirinên çêbûne careke din dubare nebin. Weke din daxwazeke me nîne ji bo destpêkirina danûstandinan. Em li benda bersivê ne.”

Herwiha şanda Amerîkî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî hate behskirin, herdu alî tekezî li ser berdewamiya danûstandina di navbera aliyên Kurdî kirin ji bo bicîkirina azadiya karê siyasî û beşdariya hemû aliyan di birêvebirina navçeyê de.

PYNKê jî dibêje ku ENKSê hicetan derdixe û dibêje, ew bûye sedema rawestandina danûstandinan.

Endamê Şanda Danûstandinê ya PYNKê Salih Gedo jî got: “Aliyê Amerîkî bi cidî û israr dixwazê vê meseleyê serbixe û ev moralê me jî bilind dike. Rastî dema ez gelek bê hêvî bibûm, lê piştî hatina şanda Amerîkî bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina wan a ligel Serok Nêçîrvan Barzanî re hêviyên min zêde kirin û hêvî dikim ku ev bibe wesileya destpêkirina danûstandinan.”

Şanda Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina civînên rasterast, bi herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê civiya, lê heta niha jî demeke diyarkirî ji bo destpêkirina gera sêyem ya danûstandinan nehatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst