Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû alî di rewşa niha ya zehmet de bibin alîkar

17-05-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên nûnerên pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê civiya û ragihand ku nabe pêkhateyan bikin beşek ji nakokiyên siyasî û divê hemû hevkar bin û di vê rewşa zehmet de hewle asayîkirinê bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 17ê Gulana 2020an, pêşwazî li parlamenterên nûnerên pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir.

Di civînekê de, nûnerên pêkhateyan nerîn û dîtinên xwe derbarê rewşa niha Herêma Kurdsitanê pêşkeşkirin û behsa rol û pêgehên pêkhateyan kirin.

Herwiha nûneran spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin û ji wê xwestin ku di çareserkirina hinek pirsgirêkên wan de bibe alîkar.

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe bo pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê nîşam da û tekez kir ku ew hemû hemwelatiyên resen ên Kurdistanê ne û divê rêz li biryara wan were girtin û azadiya wan bê parastin.

Barzanî hebûna pêkhateyan bi cihê şanazî, dewlemendî û bi wêneyeke ciwan ê Herêma Kurdistanê da zanîn ku divê ew bê parastin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir ku yekîtiya siyasî û aramiya Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyan heye û got ku nabe pêkhateyan bikin beşek ji nakokiyên siyasî û divê hemû hevkar bin û di vê rewşa zehmet de hewle asayîkirinê bidin.

Di heman demê de Barzanî tekez kir ku bi hevra jiyan, hevdû qebûlkirin, cîgîrkirina maf û azadiyên pêkhateyan di destûra Herêma Kurdistanê de parastî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst