Li Semsûrê bûyera trafîkê: Bav û kur canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî dema dixwest bavê xwe bighîne nexweşxaneyê di rê de qeza kir û di bûyerê de bav û kur canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên hatine bidest xistin, Esat Çayirê 50 salî xelkê gundê Tillak ser bi bajarokê Aldûşê yê Semsûrê, dema bavê wî yê 90 salî bi nave Osman Çayir nexweş dikeve dixwaze wî bighîne nexweşxaneyê. Dema bi otomobîlê dikevin rê hevjîna Esat Çayir, Uveyş Çayir a 50 salî jî ligel wan diçe.

Esat ku ji gund ber bi Nexweşxaneya Goçerî ya Dewletê diçû, li nêzîkê gundê Gul Ahmed, nizane ku li tenişta rê kar tê kirin û li ser rêya xwe berdewam dibe û ji nişka ve kontrola otomobîlê ji dest wî derdikeve û dikeve kortala ku bo rê hatiye vekirin.

Di bûyerê de Esat Çayir û bavê wî Osman Çayir li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan. Hevjîna Esat, Uveşy Çayir jî bi giranî birîndar bû. Uveyş Çayir ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve ji nav otomobîlê hat derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê hat veguhestin.

Cenazeyên bav û kur jî bo morga heman nexweşxaneyê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa tendirûstî ya Uveyş Çayir xirab e û lêpirsîna derbarê bûyerê de jî berdewam e.