Şêwirmendên leşkerî yên Almanya û Holenda li Kurdistanê dest bi çalakiyên xwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Tê çaverêkirin ku di du rojên dahatî de, şêwirmendên leşkerî yên Holenda û Almanyayê, li Herêma Kurdistanê ji nû ve dest bi erk û çalakiyên xwe bikin.

 

Li gor medyaya Holendayê, hikûmeta Holenda nameyek daye parlamentoya wî welatî û têde amaje bi wê yekê kiriye ku di du rojên bihê de şêwirmendên leşkerî yên wî welatî yên li Herêma Kurdistanê dest bi çalakiyên xwe bikin.

 

Herwiha medyaya Almanyayê jî belav kiriye ku di du rojên bihê de şêwirmendên leşkerî yên Almanya yên li Iraqê jî dê dest bi erk û xebatên xw bikin.

 

Roja çarşembiya derbasbûyî 15ê Gulana 2019an, herdu hikûmetên Holenda û Almanyayê çalakiyên şêwirmendên xwe yên leşkerî li Iraqê û Herêma Kurdistanê dabûne rawestandin.

 

Amesterdam û Berlînê diyar kiribûn ku rawestandina karê şêwirmendên wan ên leşkerî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, demkî ye.

 

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê, 160 şêwirmendên leşkerî û serbazên Almanyayê hene ku perwerdeya leşkerî didin hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge. Ji wê hejmarê, 100 şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê hene û rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin.

 

Herwiha 62 şêwirmendên leşkerî yên Holendayê jî li Iraqê hene, ku 50 kes ji wan li Herêma Kurdistanê ne û rahênanê bi pêşmergeyan dikin. 12 şêwirmendên din jî li Iraqê rahênanê bi hêzên Artêşa Iraqê dikin.